Ew ê di konbajar û konteyneran de qursên Quranê bên kirin.
Li wan herêmên ku lê erdhêj çêbûbûn qeydên qursên Quranê berdewam dikin. Miftîyê Bajar ê Meletîyê Şahîn Yildirim derheqê qursên ku dê li Malatîyê bên vekirin de Nirxandinan Kir.
Miftîyê Bajar ê Meletîyê Şahîn weha got:
“Ew ê li Malatîyê Li 824 mizgeft, qursên Quranê, konteyner û konbajaran de qursên Quranê bên vekirin û ew ê ders bên dayîn.
Em bi wan birayên xwe yên ku ji gelek bajaran Hatine vê derê da ku ji me re bibin alîkar vê xizmetê didin. Bi tatîlbûna mekteban qonaxa qursên quranê dest pê kirin. Bi îzna xwedê ew ê di 3yê tîrmehê de qursên me dest pê bikin. Em ê li Meletîyê li 824 camî, qursên Quranê, konteyner û konbajaran de qursên quranê vekin û bi wasitaya hevalên xwe dersên xwe bidin.
Qursên quranê yên havînê ji bo me firseteke mezin in. Lewra em dikarin di van qursan de rebbê xwe, pêxemberê xwe û agahîyên dînî yên bingeh hînî zarokên xwe bikin. Her wisa di van qursan de ew ê dersa quran, siyer û dersên bi vî awayî jî bên dayîn. Ji ber vê minasebetê em dixwazin bangekî bikin. Em li benda temamê zarokên xwe ne da ku werin beşdarî van qursan bibin.” (ÎLKHA)