Li ser wan axên îşxalkirî yên Filistînî zilm û zordarîya siyonistên îşxalker bênavber berdewam dike.
Îşxalkeran digel artêşa qaşo ya îşxalê bi çekan êrîş birin li ser Filistînîyên li şerîaya rojava.
Ji doh êvarî ve li gelek bajarên şerîaya rojava êrîşa îşxalkeran berdewam kir.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin îşxalkeran bi balafira bê însan a çekdar wesayîteke Filistînîyan hedef girtin. Di êrîşê de 3 filistînî şehîd bûn.
Her wisa di êrîşên ku ji teref çeteyên îşxalker ve hat kirin de Omar Jabarayê 25 salî, Sadeel Ghassan nghenia Tirkmanê 15 salî û Eşref Muradê 17 salî jî di çend êrîşên din ên îşxalkeran de şehîd bûn.
Bi van hejmarên dawî hejmara Filistînîyên ku ji doh êvarî ve hat şehîdkirin derket 6an.
Tê diyarkirin siyonistên îşxalker mal, dikan û wesayîtên Filistînîyan jî didin ber agir û talan dikin.
Hat hînbûn di êrîşên ku tên kirin de bi dehan Filistînî birîndar bûn û êrîş hêj berdewam dikin.
Li cihên ku siyonistên îşxalker êrîşên xwe lê zêde kirine, nêzî 700 hezar îşxalker dijîn. (ÎLKHA)