Bûyer, li Taxa Bostanbaşa navçeya Yeşîlyurtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mirovê bi navê T.A., di avahîyekî 5 qatî a ku li ser Ceddeya Çîftlîkê ye de dema ku eşyayan bar dikir ji balqona qata 3yemîn hevsengîya xwe winda kir û ket xwarê.

Li ser xeberdayîn ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Mirovê ku giran birîndar bû, piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê bi ambûlansê hat rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Meletîyê.

Hat hînbûn ku rewşa mirovê birîndar giran e û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)