Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li gundê Xerabê Şerefa Hezexê zarokekî bi navê Emîr Baklayê 8 salî, bi tevî traktora bavê xwe çû ser erd.

Bakla, dema ku traktor bi rê ve diçe hevsengîya xwe winda dike û dikeve xwarê. Baklayê ku di bin traktorê de dibîne, giran birîndar dibe.

Zarokê ku ji Nexweşxaneya Dewlet a Hezexê re tê rakirin, digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Cesedê Baklayê ji bo ku bê otopsîkirin ji merga Nexweşxaneya Dewlet a Hezexê re hat rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)