Qeza, di seatên êvarê de li nêzê Taxa Yiginliya li ser rêya Mereş-Entabê pêk hat.

Wesayît, li tira ku ji alîyê dinê ve dihat û navê şofêrê wî hêj nehat hînbûn qelibî.

Tira ku ji rê derket, li mînîbûsek qelibî û qulipî.

Di kontrola ku ekîbên tenduristîyê kirin de şofêrê wesayîtê Bedrettîn Zîdan û İsmail Özdemir û Mehmet Apalakê ku di nav mînîbûsê de bûn canê xwe ji dest dan.

Di encama qezayê de 5 kes jî birîndar bûn û bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)