Li gorî daxuyanîya ku ji teref artêşa Fîlîpînanê ve hat dayîn, leşkeran li bajaroka Datu Paglas wîlayeta Maguindanao del Surê ji sitargehekî ku Şervanê Azadîya Îslamî ya Bangsamoroyê tê de diman re êrîş kir.

Di encama pevçûnê de 7 endamên BIFFyê canê xwe ji dest dan, leşkerek jî birîndar bû.

Cepheya Azadîya Îslamî ya Moroyê di sala 2014an de bi hikumetê re peymaneke aştîyê îmze kiribû encax koma Şervanê Azadîya Îslamî ya Bangsamoroyê ev qerarê qebûl nekiribûn û ji Cepheyê veqetîyabûn. BIFF, bi girêdaybûna bi DAÎŞê re tê sûcdarkirin. (ÎLKHA)