Bûyer, di seatên êvarê de li Taxa Çamlitepeyê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 3 zarokên 6-8 salî yên bi navê B. H., M. Y. H. û C. H., ketin nav qenala avê ya ku di taxa wan de derbas dibe. Welatîyên derdorê yên ku bûyerê dîtin, xwe avêtin nav qenalê û zarokan xelas kirin. Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Zarokên bi tevî alîkarîya mirovên derdorê ji avê hatin derxistin, ji endamên tenduristîyê re hatin teslîmkirin.

Hat hînbûn ku rewşa zarokan baş e. (ÎLKHA)