Bûyer li gundê Saîtovo yê navçeya Tukaevskî ya Tataristanê pêk hat.

Li gorî medyaya Rûsyayê ji ber sedemeke nediyar agir bi mala malbateke 8 kesî ket.

Piştî şewatê ekîbên îtfaiye û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Hat ragihandin ku di şewatê de 4 jê zarok 7 kesan canê xwe ji dest dane, dayika zarokan jî birîndar bûye.

Der barê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)