Doh li bajarê Xoyê yê girêdayî parêzgeha Azerbaycana Rojava erdhejek bi pileya 4.7 rû da.

Qeymeqamê Hoy Zebîhullah Kazimî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir 30 kesên ku di erdhejê de ji tirsa xwe revîyane sivik birîndar bûne.

Kazimî bi bîr xist ku erdhej 9 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye û got ku heta niha ti ziyanên canî û madî çênebûne. (ÎLKHA)