Turk binavbûna tekneyê ya li nêzî nîvgirava morayê de wek “trajedîyeke tirsnak” wesfand ji bo nasên wan kesên ku eqrabayên wan di bûyerê de rehmet kirine xemgînî û sersaxîyên xwe anî ziman û destnîşan kir heta niha 78 kes canê xwe ji dest dan û nêzî 500 kesên ku di nav zarok û pîrek jî hene winda bûn.

Turkê di berdewam nirxandina xwe de balan kişand li ser xwedîderketina wan kesên xelasbûyî û got: “Muhîm e ku em li ba wan kesên ku nasên wan mirina bisekinin û bibin hevderdên wan. Her wisa ew kesên ku hatine xelaskirin divê di nav ewlehîyê de bên derxistin beravê.”(ÎLKHA)