Li gundê Şidadêya Bismilê, di navbera malbatên Taş û Alyamaçê de ji ber lihevnekirina erd pevçûn derketibû.

Di pevçûnê de M.E.A., S.A., M.A., Y.A., Ö.A., O.T., S.T., H.T., M.C.T. canê xwe ji dest dabûn.

M.E.A., S.A., M.A., Y.A., Ö.A. li gundê Zêrîya Jor, O.T., S.T., H.T., M.C.T. jî li gundê Şidadê hatin definkirin.

Di pevçûnê de M.A. û A.A. jî birîndar bûbûn û tedawîya wan hêj didome û 5 şikdar jî hatin binçavkirin.

Ekîbên cendermeyê hêj li gund ewlehîyeke mezin girtin. (ÎLKHA)