Di daxuyanîya ku ji teref Miftîtîya Îskeçeyê ve hat dayîn de, hat destnîşankirin ku kesekî ket nav mizgeftê û zerarê da li vê derê.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Îro di seat 18.00an de şexsekî ku me hînkir ew welatîyê Fransayîye, ketîye nav mizgefta ku li alîyê Kaplicalarên Herêma Ilicayê a ku girêdayê Şaredarîya Mustafçovayê ye, perdeyê mînberê jêkirîye û bi serê xwe ve girê daye û Quranên di nav mizgeftê de qelaştîye û avêtîye erdê. Li gorî agahîyên ku me ji Hasan Nazirê Midûrê berê yê Nahîyeya Ilicayê ku ew bûyerê dîtîye bidestxistîye, ev şexis ji teref polêsan ve hatîye binçavkirin û Qereqola Şahînê re hatîye şîyandin.”

Mustafa Trampa Miftîyê Îskeçeyê, bi Birêz Rdwan Delîhuseyînê Serokê Şaredatîya Mustafaçovayê û Eyup Koseyê Serokê Lijneya Mutevellî yê Taxa Jêrîn ê Ilicayê re îstîşareyê kir û derheqê welatîyê Fransayî de gilî kirin. (ÎLKHA)