Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 2 mirovên ku li Gundê Sogukkuyuya navçeya Hewagê ji bona ku xwe hênik bikin ketibûn nav Çemê Firatê canê xwe ji dest dan.

Di encama xebatên lêgerîn û xelaskirinê de cesedên 2 mirovan hatin dîtin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)