Bûyer li ser rêbeja Afyonkarahîsar-Denîzlîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergritin  li nêzî gundê Sarikavakê ji ber barana ku barîyabû ax hat xwarê û rêbej bi temametî hat girtin.

Di encama bûyerê de çend wesayît di bin axê de man. Li gorî agahîyan kesek mir û çend kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar û mirî yên ku di bin axê de man hatin derxistin û yên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)