Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Y.G. yê ku li çola gundê Qurbançayirê heywanên xwe biribû çêrandinê brûskê lê xist.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî hatin sewqkirin, ekîbên ku li ciwanê nihêrtin diyarkirin ku ciwan canê xwe ji dest daye.

Cenazeya Y.G. ji bo otopsîyê ji merga Nexweşxaneya Dewlet a Sarîqamîşê re hat rakirin. (ÎLKHA)