Li gorî agahîyên ku ji medyaya mehellî hatine bidestxistin; di dema derbasbûna qonwoya Rus a ku li ser rêya Herbel-Um Xoş a li herêma Şehbaya ku girêdayê Til Rifatê ye de teqînek pêk hat.

Hat destnîşankirin ku di teqînê de leşkerekî Rus mir, 4 leşker jî birîndar bûn.

Derheqê teqînê de hêj daxuyanîyeke fermî nehat belavkirin. (ÎLKHA)