Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hîsabê xwe yê medyaya civakî Twîtterê peyamek belav kir û di wê peyama xwe de weha got, “Helwesta wêrekiya welatparêzan ji aliyekê ve û bêrûmetiya xayinan ji aliyekî din ve wê di dîrokê de were tomarkirin. Her kes piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê bihêztir dibe û em dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin.”

Ev peyama Mesrûr Barzanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser bûyera proseya dengdanê li ser projeyasaya bûdceya federalî ya sala 2023, 2024 û 2024ê ku di parlamentoya Iraqê de birêve diçe ye. (ÎLKHA)