Qeza îro di saet 14.30an de li Yukari Karaman pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin otobusa rêwiyan a di bin kontrola F.C.yê de ji ber baranê li ser rêya dişemitî ji kontrolê derket û ji şerempolê ket xwarê.

Di qezayê de 10 rêwî birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ekîbên tenduristiyê û cendirme sewqî cihê qezayê hatin kirin. Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Şofêr F.C. ji ber îfadeya wî birin qereqola cendirmeyan. Der barê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)