Bûyer li herêma Wezîristana Bakur a bajarê Xeyber Paxtunkhwa qewimî.
Li gorî daxuyaniya artêşa Pakistanê di navbera leşker û komek çekdar de pevçûn derket.
Di pevçûnê de 3 leşker canê xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku di pevçûnê de 3 êrîşkarên çekdar jî hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çek û cebilxaneyên êrîşkarên ku hatine qetilkirin hatine bidestxistin. (ÎLKHA)