Polêsê Pakistanê diyar kir ku li herêma Sohab Gotha Keraçîyê, erebeyeke polêsan xwest ku hinek şikdarên bi motorbisiqletê bidin sekinandin û ji motorbisiqletê êrîş li polêsan hat kirin.

Di encama gulebaranê de 2 polês canê xwe ji dest dan û cesedên polêsan jî ji nexweşxaneyekî nêz re hatin rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)