Qeza, li ser rêya Karamanli alîyê Hacilarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û derbasî alîyê dinê bû û bi wesayîtekî dinê re serî li serî li hev qelibî.
Di encama qezayê de li gorî diyarîyên ewil 5 kesan canê xwe ji dest dan, 2 jê giran 5 kesan jî birîndar bûn. Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)