Qeza, doh di seatên êvarê de li Taxa Tîlmerçê pêk hat.

Otobûsa şaredarîyê yê ku di nav bajêr de dixebite û di bin kontrola V.G. de ye li mînîbûsa ku navê şofêrê wî nehat hînbûn ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Bi tesîra li hev ketinê mînîbûs li ser kêlek qelibî û 8 rêwîyên ku di nav mînîbûsê de bûn ji cîhên cuda birîndar bûn. Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Kesên birîndar, piştî midexeleya ewil a li cîhê qezayê hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)