Bûyer li bajarê Feyzabad ê wîlayeta Bedahşanê qewimî.

Li gorî medyaya Afganîstanê, di dema merasîma cenazeyê cîgirê berê yê parêzgarê Bedahşanê Mewlewî Nisar Ehmed Ehmedî de li mizgeftê hat lidarxistin de teqînek rû da.

Li gorî agahiyên ewil di encama teqînê de 15 kesan canê xwe ji dest dane û 50 kes jî birîndar bûne.

Mewlewî Nisar Ehmed Ehmedî li paytexta parêzgehê Feyzabadê di encama êrişa bi wesayîteke bombebarkirî de hat kuştin.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe. (ÎLKHA)