Nasir Kenanîyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê, got ku ew bi temambûna pêvajoya minasebetên nû yên bi Erebîstana Siûdî re sefîrxane û balyozxaneyekî vebikin.

Kenanî, weha got, “Balyozxaneya Rîyadê ya Îranê, Konsolxaneya Cîddeyê û Temsîlkarîya Daîmî a Teşkîlata Hevkarîya Îslamê bi fermî dê bê vekirin. Vekirinan ew ê 6ê Hezîranê roja Sêşemê û 7ê Hezîranê roja Çarşemê bên kirin.”

Kenanî, diyar kir ku sefîrxane û konsolxaneyan ji bo hecîyên Îranî alîkarî bikin dest bi fealîyetên xwe kirin. (ÎLKHA)