Bûyer, li nêzê gundê Xamila Jêr a Paloya Xarpêtê di kana madenekî de pêk hat. Bi tevî teqînê kan hilweşîya û 2 karker di madenê de asê man.

Li ser xeberdayîna karkerên dinê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, cenderme û AFADê hatin sewqkirin. Hat îfadekirin ku ji karkeran yek canê xwe ji dest da û karkerê dinê jî birîndar e.

Karkerê birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)