Qeza li ser 30emîn kîlometreya rêbeja Diyarbekir-Wêranşarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûsek û wesayîteke ticarî li hev qelibîn. Di encama qezayê de 2 jê giran tevde 7 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)