Derbarê mijarê de ji teref Neteweyên Yekbûyî ve hat diyarkirin, rejîma îşxalker a siyonist ji serê sala 2023yan vir ve li Quds û Şerîaya Rojava 112 Filistînîyan şehîd kir.

Di rapora ku ji teref Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat amadekirin de hat destnîşankirin, 107 Filistînî ji teref polês û leşkerên qaşo yên rejîma îşxalker ve û 5 Filistînî jî ji teref çeteyên Yahûd ve hatin şehîdkirin.

Di berdewam raporê de hat destnîşankirin di êrîşên ku ji teref rejîma îşxalker ve hat kirin de 4 hezar û 229 kes Filistînî jî birîndar bûn.

Di raporê de her wisa cî hat dayîn çalakîyên berxwedanê yên Filistînîyan. Li gorî raporê  di çalakîyên berxwedanê yên ku li ser wan axên ku ji teref rejîma îşxalker ve hatine îşxalkirin   hatin lidarxistin de 18 Yahûdîyên siyonist hatin kuştin û 111 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)