Prof. Dr. Bayram Alî Ersoyê ku Serokê OSYMyê ye di heqê ezmûnan de got ku, di 4ê hezîranê roja yekşemê de Ezmûna Têketina Perwerdehîya Pisporîya Diransazîyê (2023-DUS heyama 1.), Ezmûna Tespîta Pîleyê ya ji bo Hevtayîya Dîplomaya Hindekariya Bilinda Derveyî Welêta Warê Diransazîyê de (2023-STS Diransazî heyama 1) û Ezmûna Têketina Perwerdehîyê ya Pisporîya Şaxa Talî ya Tibê (2023-YDUS heyama 1.) bên tertîpkirin.

Ersoy diyar kir ku wê îmtîhanên STS Diransazîyê û YDUS li Enqereyê, DUSê jî li Enqere û Stenbolê bi beşdarîya 6 hezar 601 namzetan bê kirin.

Ersoy bal kişand ku îmtîhan wê roja yekşemê seet di 10.15 de dest pê bikin û piştî seet 10.00an tu kes nayên stendin cihê îmtîhanê. (ÎLKHA)