Derbarê mijarê de ji teref Serokomartîya Azerbaycanê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskîy li Moldovayê hevdîtin kirin.
Li gorî daxuyanîyê di hevdîtinê de pêwendîyên dualî û balyozên ku beramber hatine tayînkirin hatin gotûbêjkirin.(ÎLKHA)