Nezî 300 madenvanên qeçax ku ji cihên neqanûnî ketibûn Kana Madena Zêra Obuasîya ku aidî şîrketa AngloGoldê ye piştî ku derîyê derbasiyan hat girtin di hundir de asê man.
Di daxuyaniya ku ji teref Erîc Asubontengê ku Midûrê Giştî yê Şîrketa Madenê ya AngloGoldê ya hat gotin ku 79 madenvanên qeçax ku li madena ku li herêma Anwîamê ye asê mabûn derketine.
Asubonteng van îfadeyan bi kar anî:"Madenvanên qeçax ku bêdestûr ketibûn bîrên zêr, bi dilê xwe ji cihên ketinê derketin û di bin vebestîya Rêkxistina Polîsan ê Ganayê de ne."
Hat ragihandin ku tendirustîya madenvanên qeçax ên ku ji bîra zêr derketibûn baş e. (ÎLKHA)