Li gor agahiyên hat bidestxistin, serwîsa ku werzîşvanên Midûriyeta Werzişvan û Xortan a Aksarayê vediguhast li Înegola navçeya Bûrsayê li qemyonekî hafrîyatê qelibî.

Di qezayê de 13 werzîşvan û 2 antrenor birîndar bûn. Li ser xeberdanê pir ekîbên tendirustî, îtfaiye û polîsan hatin şandin cihê bûyerê.

Şifêr û werzîşvanên ku di serwîsê de asê mabûn ji teref ekîbên îtfaiyêyan hatin derxistin. Birîndaran piştî mudaxeleyên ewil hatin rakirin nexweşxaneyan.

Di heqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)