Fermandariya Giştî ya Cepheya Gel ya ji bo Azadkirina Filistînê diyar kir ku îro di berbangê de rejîma îşxalker êrîş li herêma Kusayayê ku li sînora Lubnan-Suriyeyê ye kir.

Di daxuyaniya ku ji teref Anwar Rajayê li Serokê Cepheya Gel e got ku, “Ev sûc, ji bûyerên ku di demên nêz de li cepheyên Lubnan û Suriyeyê diqewimin cuda ye. Di çarçoveya tehdîtên sîyonîstan ku her tim hêzên berxwedanê yên hundir û derveyê Filistînê hedef digirinê ye.”

Fermandariya Giştî yê Cepheya Gel balkişand û got ku, “Şerê ku di çarçoveya berxwedanê de tê kirin, wê ala azadiyê bibe Quds û ji wêde bipêlpêlîne û di giştik axa Filistînê wê bi serkeftin encam bike.” (ÎLKHA)