Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Êlihê doh teyrok û zîpikeke zêde barîya ku ev yek jî bû sedema zirardîtina erdên çandî. Tê diyarkirin ji ber teyrok û zîpikê heta niha bi hezaran donim erdên çandî zirar dîtin û zirara ku pêk hatiye nêzî 10 milyon e.

Cotkarên Êlihî hêvî dikin ku alîkarî ji wan re bê kirin.(ÎLKHA)