Qeza li 63’yemîn kîlometreya Şahrêya Dîlok-Qurêderê pêk hat.

Qezaya zincîrî ku di encama li hev qelibîna 3 TIR, 2 mînîbus û motorsiklêtek pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derûdorê.

Şahrêya Dîlok-Edene ji ber qezayê demek girtî ma.

Di heqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)