Li Îzmîrê di tunela bi navê Bayrakli de di tirekê de şewat derket. Tunel ji ber şewatê ji her dû alîyan jî ji trafîqê re hat girtin û xebatên tefandina agir hat destpêkirin.

Ji ber şewatê 2 jê zarok bi tevahî 17 kesên ku ji dû tesîrdar bûn hatin rakirin nexweşxaneyê.

Tûnç Soyerê Serokê Şaredarîya Îzmîrê ya Bajarê Mezin  derheqê şewatê de ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek da û wiha got:“Ekîbên me di tunela Bayrakliyê de midaxeleyî tireke ku dişewite dikin. Tehlîyeya kesên ku ji ber şewatê di hundirê tunelê de mehsûr mabûn hat destpêkirin.“ (ÎLKHA)