Qeza di saetên sibê de li Yagdonduran pêk hat. Hat îddîakirin ku ji ber rêya şemîtok mînîbûsa ku ajokarê wê K.S. bû û tira ku ji hember dihat li hev qelibîn.

Li gor tespîtên ewil di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê gelek ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî herêmê hatin kirin. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)