Serokkomar Erdogan û pîreka wî Emîne Erdogan ji bo deng dayîna tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomarîyê ji mala xwe ya Kisikli ya Uskudarê derketin û çûne Dibistana Navîn a Saffet Çebî.

Erdogan di Dibistana Navîn a Saffet Çebî yê de dengê xwe da û got ku, "Di jiyana demokrasîya Tirk de em cara yekem hilbijartineke du tûrî dibînin. Ez ji Xwedê dixwazim ku ji bo gel û welatê me bibe wesîleya xêrê. Bi taybetî daxwaziyê ji welatiyên xwe dikim ku heta kêliya dawî bê rehawetî beşdarî hilbijartinê bibin." (ÎLKHA)