Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku li Taxa Mehmet Akîf a li Stenbolê bi Bidlîsîyan re hat cem hev derheqê gera duyem a hilbijartinên serokomartîyê de nirxandinan kir.

Yapicioglu di nirxandina xwe ya ku kir de ji welatîyan daxwaz kir ku ew muheqqeq biçin li ser sindoqan  û dîsa destekê bidin Erdogan. Yapicioglu wisa li nirxandina xwe zêde kir: “ Em dîsa roja yekşemê biçin li ser sindoqan. Divê mutleqe em cardin biçin li ser sindoqan û dengê xwe bidin. Di gera yekem de ti kes wek serokomar nehat hilbijartin. Di vê gerê de kî zêdetir dengan bistîne ew ê bibe serokomar. Ji xwe hûn helwesta me ya di hilbijartinan de dizanin. Di gera ewil de me destek dabû Erdogan û em ê di vê gerê de jî destekê bidin wî. Divê welatîyên me sist nebin û di gera duyemîn de jî destekê bidin Erdogan.”(ÎLKHA)