Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê hat dayîn de hat destnîşankirin, Rûsyayê şeva borî li bajarê Dniproyê bi balafireke bêmirov û bi moşekan êrîş bir li ser tesîsên leşkerî û binesaziyê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş bi 16 mûşekên curbecur û 20 firokeyên bêpîlot ên Şahid-136/131 hatiye kirin û her 4 mûşekên Kruz û balafirên bêmirov hatine îmhakirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin, "Li herêma Xersonê balafireke Rûsyayê ya Su-35 di dawiya rojê de li ser axên Ukraynayê ket xwarê. Sedema ketina balafirê tê lêkolînkirin.” (ÎLKHA)