Kontrolên Midûriyeta Şaxa Çandinî û Daristanan a Parêzgehê, Midûriyeta Şaxa Masîvanî û Masîgiriyê, ekîbên cendirme, Ewlehiya Beravê û Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Navçeyê ji bo parastina masîyan ku nêçîra wan di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tirmehê da ku koç dike ber bi avên şêrîn ji bo zede bûnê, dewam dikin.

Di kontrolên ku di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Gulanê de hatin kirin de dest hat danîn li ser 20 ton masîyên ku bi şikleke qaçax hatibûn zeftkirin û ji 15 kesên ku bi qaçaxî masîya girtibûn re 167 hezar lîre ceza hat dayîn.(ÎLKHA)