Şefê polîsan Alejandro Rosales ragihand ku li bajarê Atotonilco de Tula yê eyaletê li qada futbolê êrîşeke çekdarî hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de 6 kes mirin. Ligel ku rayedaran derbarê sedema êrîşê de agahî parve nekirin, şêniyên herêmê diyar kirin ku dibe ku bûyer ji ber dijminahiya gelên li eyaleta cîran pêk hatibe. (ÎLKHA)