Serokê Şaredarîya Kîevê Vîtalî Klîtscho derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Vîtalî di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, hêzên Rûsyayê di wextên êvarî de li Kîeva paytexta Ukraynayê hinek hedefan bombebaran kirin.

Rayedar derbarê mijarê de ji welatîyan daxwaz kirin ku ji şibakayan dûr bisekinin.

Tê diyarkirin di êrşê de gelek kes birîndar bûne.(ÎLKHA)