Demîr û heyeta pêre piştre dengdayînê daxuyanîyeke çapemenîyê da. Demîr di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew wezîfeya xwe ya welatîbûnê anîye cî û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me li bajara konteyner a  ku xuşk û birayên me yên erdhejzede lê dengê xwe didin, me jî dengê xwe da. Hêvîya me herî mezin ew e ku ev hilbijartin di nav aştî û aramîyê de bi dawî bibe. Dîsa em hêvî dikin ev hilbijartin ji bo welat bibin wesîleya xêr û bereketê. Em ê di nav biratî, yekîtî û digelhevîyê de rêwîtîya xwe bidomînin.”(ÎLKHA)