Hat ragihandin polîsên Polonyayê li herêmên Polonyaya Mezin, Swietokrzyskie û Kuyavya-Pomeranyayê avêtin ser 3 laboratuar û embarên tiryakê yên sentetîk. Di operasyonên hemwext ên ku hatin lidarxistin da 5,8 ton tiryak ku bihayê wê 51 milyon euro ye hat bidestxistin û 13 kes jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)