Yapicioglu di hevdîtina ku bi xelqê re kir de derbarê zihniyeta CHPê ya ku gelek zirar da gelê Mislimanan de wisa got: “Ger em ji ber tiştên biçûk rê li ber CHPê vekin ew ê ewladên me, me efû nekin. Ji ber vê yekê bila sedsala li pêşîya me nebe sedsala windabûyî. Bila ew destkeftîyên 20-30 salan berhewa nebin. Bila welêt 50-60 sal bi paşde neçe. Ji bo vê yekê jî divê em pir hessas bin û tiştê ku ji destê me tê em bikin.  Di roja hilbijartinê de bila ti kes nebêje welleh serê min diêşîya, mêvanê min hebû û ji ber tiştekî din ez neçûm li ser sindoqan.  Ger kesekî ku dilê wî tunebe biçe li ser sindoqan wî îqna bikin.”(ÎLKHA)