Êrîşa zalim û hovane doh êvarî pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên terorîst û îşxalker doh êvarî êrîş birin li ser wargehên sîwîlan û avahîyeke ku têde rayedarên Hareketa Cîhada Îslamî têde bûn.
Di encama êrîşê de 12 kes şehîd bû û herî kêm 20 kes birîndar bûn.
Serokê Buroya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye derbarê êrîşê de destnîşan kir, ew ê heyfa şehîdan bistînin û berxwedana xwe bidomînin.(ÎLKHA)