Qeza li nêzî gundê Elmaliya girêdayê Pasûrê pêk hat.  Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbûseke rêwîyan a ku ji Pasûrê diçû Diyarbekirê ji ber ku ji kontrolê derket qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)