Berdevkê Wezareta Rewşa Afatê Şafiullah Rehîmî diyar kir ku ji ber barana zêde li parêzgehên Nangarhar, Paktiya û Xostê lehî rabû.

Rehîmî da zanîn ku di 2 rojên dawî de ji ber lehiya li van parêzgehan 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Rehîmî destnîşan kir ku di lehiyê de 60 xanî hilweşiyane û 350 heywan jî telef bûne.( ÎLKHA)