Hammade di daxuyanîya ku da de destnîşan kir digel hemû astengîyan jî hejmara kesên ku li Mescida Eqsayê nimêja înê dikin nîşan dide ku gelê Filistînê dilsozê pîrozî û nasnameya Îslamî ya Mescîda Eqsayê ye.

Hammade bal kişand ku dagirkeran bi qestî rûmeta Mescîda Eqsayê kirine hedef û destnîşan kir ku berxwedana Filistînê wê rê nede dagirker ku êrîşî Mescida Eqsayê û Qudsê bikin.(ÎLKHA)