Zekerîya Yapiciogluyê ku Namzetê Parlementerîyê yê Stenbolê û Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê, bi beşdarbûyîna Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve beşdarî mitînga Erziromê bû.

Yapicioglu di mîtîngê de axavtinek kir û destnîşan kir, ev gel ji sala 1950î vir ve CHP mehkûmî muxalefetê kirîye û ev mehkûmîyeta CHP wê ebedî be. Yapicioglu axavtina xwe wisa domand:
"Xuşk û birayên min ên Erziromî karê xwe dizane; li aliyekê Serokkomarek heye ku ev 21 sale Tirkiyeyê ji serkeftineke birîye serkeftineke din; wek Serokwezîr, wek Serokkomar xizmetê kirîye. Li aliyeke din jî namzetê maseya 6 alî, bi tevî ketina yedek maseya 7 alî heye. Ew zîhniyeta ku nikarin kevir li ser kevir deynin, gel ji hev cihê dikin; di bingeha nijadî, mezhebî cihê dikin, bi bawerîya gel ve bi şerin, cahilê dîroka gelê xwe ne, xerîbê urfê gelê xwe ne û bi çavekî biçûkatî gelê xwe dinêrin di 14ê Gulana 1950yê de dersek ji gelê xwe girtin. Gel biryara mehkûmiyeta wan da, wan mehkûmî mixalefetê kir. Înşeallah ev mehkûmîyet wê ebedî be."(ÎLKHA)